
Kurdistanmedia: Bankên Maliziyê dest bi daxistana hisabên bankî yên Îraniyan û herwisa hisabên şêrketên Îraniyan kiriye.
Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Çarşemî 8`ê Xezelwerê, bankên welatê Malêzî, hisabên bankî yên kesên Îranî û herwisa şêrketên Îranî daxistine, tê gotin ku bi sedema dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê, hatine daxistinê.
Ji aliyek din ve jî, Nûçegihaniya “Rûytêzê” (Reuters), roja Çarşemiyê 8`ê Xezelwerê, ragihand, hisabên bankî yên Îraniyan û kompaniyayên Îranî, yên di welata Malêziyê de ne hatine daxistin.
Herwisa ragihandiye ku, bankên Malêziyê 1 meh îzin dane wan kesên Îranî yên rûniştiyên Malêziyê, ku perên xwe ji bankên Malêziyê vekêşînin.
Bankên Malêziyê bi şandina kurte nameyek û bi bê bas ji ti hegerekê, bi Îraniyên rûniştiyê welatê Malêziyê re ragihandin ku, ji xizmetguzariyên bankî bi wan re dawî pê anîne.