Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Baykot kirina hilbijartinê li Kurditana Rojhelatê domdike

16:18 - 5 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Baykotkirina şanoya hibijartên serkomariya rejîma Îranê roj bi roj bi nivîsîn û bi deruşm û bilavkirina tirakan li nav bajarên kurdistanê peredistîne.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li nav gundê Nê a Merîwanê û derdorê vî bi nîşana beykotkirina hilbijartinên rejîma Îslamiya Îranê çalakî birêve birin.
Deruşmên weke: Dengdan bo me Kurdan eîbe û şerme, baykotkirina hilbijartinê, şanoya hilbijartinê bese û silav ji Qazî û Qasimlo û Şerefkendî pişkek ji çalakiyan bûn.
Ev cihên ku çalakî têde birêve çûne pêk hatiye ji: Meydana Dr. Qasimlo, derdora mizgevta Camie, rêya esliya Nê û Merîwanê, taxê Kanî Genze û taxê Navbax.
Li ser bilindahiya çiyayê Şergeş li gundê NÊ alaya Mezin a Kurdistanê hat bilindkirin.
Heyamê çend rojekê ye çalakî seba baykotkirina hibijartinan li Kurdistanê peredistîne û di vê pêwendiyê de bajarên Bokan, Serpêla Zahav, Kengaver, Pawe û Kirmanşanê bi nivîsîna deruşm û bilavkirina tirakan hilbijartin hatiye bayîkotkirin.