Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Baykotkirina hilbijartinê li parêzgeha Kirmanşanê bi nivîsîna deruşm û bilavkirina tirakan

22:27 - 4 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Li bajarên Qesra Şîrîn û Serpêla Zehavê bi nîşana baykotkirina şanoya hilbijartinên serkomariya Îranê çalakiyên teblîxî birêve çûn.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmeida, li bajarê Serpêla Zahavê hejmarek tirak û nivîsînên merbût bi baykotkirina hilbijartinan hat bilavkirin.
Her di vê pêywendiyê de çendîn nusxe ji rêkevtina PDK Îranê û Komalê û pişkek ji axavtina rêzdar Mistefa Hîcrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hat bilavkirin.
Bajarê Serpêla Zahavê: Meyîdançe, Meyîdana Îmam, xiyabana Şah Ebas, Meyîdana Qa\'im, Tazeava, Qerbalixî Ezem, Çarrêya Welîehd û Zehferan ev cihên ku çalakî tê de hatinkirin.
Li bajaroka Qesra Şîrînê jî bi nîşana baykotkirina hilbijartinan çalakî birêve çûn û ev çalakiyane li Xiyabana Dr. Qasimlo, şeqama Îmam û çendîn cihên din yê vî bajarî birêve çûn.