Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bazargermî bo hilbijartinê

15:01 - 9 Nîsan 2013

Riza Fethullanijad

Em nêzî şanoyek din a serkomartiyê li Îranê de dibin, û dîsan jî bazargermî gihîştiye kopika xwe. Heke em serhêla nûçeyên pêwendîdar bi hilbijartina vê carê li malper û rojnameyên aliyên rikeber de bixwînin, bo bîstekê li bîra me diçe ku ew hilbijartin li nav Îranê de û li çarçoveya sîstema Komara Îslamî de birêve diçe, jiber ku bi berçav weha dixûye ku hilbijartineke rasteqîne û li çarçoveya sîstemeke demokrat de heye.
Çend mînakek ji serhêla wan nûçeyên ku li malpeya “xeber online” de bilav bûne weha ne:
Rehîm Meşayî: Silametiya hilbijartinê li stûyê hemiyan e.
Esker Oladî: Pirsa Mûsewî û Kereobî wek şîfreyekê ye ku heke nehê vekirin, emê li hilbijartina pêşiya xwe de di gel kêşeyan berbirû bibin.
Mohemed baqir Qalîbaf: her yekîtiyek bi dûr ji wîlayetê duberekiyeke rût e.
Têgehên wek “silametiya hilbijartinê”, “alîgiriya ji hilbijartinê”, “rapirsî ji xelkê”, “dengê xelkê”, “kandîdatorên hilbijartinê”, û ...hwd, ew qas li serûbendê wan şanogeriyan de têne ducarîkirin, û ew ekter ew qas bi awayek asayî rolê xwe têde dilîzin, ku bi rastî gellek jî cihê heyrîmanê nine, ku hinek ji xelkê bi wan vir û direvan bêne xapandin.

Gellek alî hene ku dijberiya li navbera bandên rejîmê de, dikne hêcetek bona beşdariya di vê şanogeriya bi nav hilbijartinê de. Ew yek di demekê de ku tewaya wan dijberiyan li ser bingeha berjewendiyan wan û parastina pêpkên nîzamê ye û li rastaya qazanc û berjewendiya berev pêşveçûna xebata mafxwazane ya xelkê bi dijî Komara Îslamiya Îranê nine.

Belkû ew bazargermî ye, û vê bazargermiyê jî digehînne astekê ku beşek ji xelkê ji bîra wan diçe ku bo beşdariya li vê şanogeriyê de hewce ye ku li detpêkê de bersiva wan pirsyaran bihê dan ku serkomar yan nûnerê parlementoya rejîmê çi deshilatek heye? Çima berjewendiyên çi bandeke nav rejîmê naxwaze ku rexneyan li nebûna pêwendiyan li navbera Îran û Îsraîl û yan jî li navbera Îran û Amerîkayê bigre? Çima çi ektereke vê şanogeriyê rexnê ji vê yekê nebûye û nine e ku komara Îslamiya Îranê wek rejîmeke terorîst hatiye naskirin? Bo çi rexne ji vê nahê girtin ku siyaseta etomiya rejîma Îranê şaş e? Û bi dehan pirsyarên din.

Heke em li radeya beşdariya xelkê li bi nav hilbijartinan li heyamê zêdetir ji sê dehikên borî binêrin, em dibînin ku ji bilî yek carî, bi giştî dakişaneke berçav bi xwe ve dîtiye, ku ew jî nîşaneya vê rastiyê ye ku hejmara vî xelkê ku nakevne jêr bandora rewşa destçêkirî ya bi nav hilbijartinê, rojbiroj zêdetir dibe. Lê dîsan jî mirov nikare bandora vê rewşa destçêkirî li ser rakêşana xelkê bo ser sindoqên rewayîdana bi serkût û serberedayiyê li ber çawan winda bikin.

Komara Îslamiya Îranê ji tev dem û dezgehên xwe, her ji ragehandinên giştî ve bigre heya organên leşkerî û nawendên ayînî, û li her cihî, her ji mînbera mizgevtan heta xwendegeh û cihên giştî, bo bazargermiya bo wan bi nav hilbijartinan mifahê werdigre.

Li hember de xelkê mafxwaz ê Îranê li vê pêwendiyê de hewce ye ku li tev derfetan bo nîşandana rastiyan û eşkerekirina vir û direvên rejîmê, mifahê wergire.