Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bê azadiya ziman welat demokratîze nabe

13:19 - 16 Adar 2013

Şehab Xalidî

Sepandina zimanekê bi navê zimanê fermî bi ser neteweyên cuda cuda ên Îranê de û neçarkirina wan bi xwendin û nivîsandin, û derxistina hêz û şiyanên xwe bi zimaneke cuda ji zimanê dayîkê, mirov dikare wek zulma herî mezin ya rejîma Îranê, derheq wan neteweyan û meztirîn asteng li ser riya bihevre jiyana aştiyane û demokratîzekirina wan welatan bi nav bike, jiber ku tu zimanek nikare xwedî û hilgirê pasaw û hêcetên hiqûqî be bona zal bûna bi ser zimanên din de, û tewaya takên civakê xwediyê mafê wekhev bi taybetî di warê bikaranîna zimanê dayîkê ne.

Lê mixabin neteweyên belengaz ên Îranê evsal jî roja cîhanî ya zimanê dayîkê di rewşekê de derbas kirin, ku ne tenê rejîma Îranê ew benda 15’ê ya yasaya bingehîn ku bixwe jî pesend kirine, piraktîze nekiriye, belkû hewlên sîstematîk ên wan bo helandina ziman û kultura neteweyan di nav yek ziman û kulturî de berdewam e, û ew hewlên bi vî rengî di sedsala 21’ê de, ew qasê kevneperestî û deshilatxwazî û di hemen demê de tirsa wan ji geşekirina zimanên cuda ji zimanê bi fermîkirî, nîşan dide.

Ew tirsa rejîmê ji geşekirina zimanê neteweyên nîştecî di Îranê de, di demekê de ye ku di welatek wek Hindustanê de nozde zimanên bi fermîkirî û li Afrîqaya Başûr yazde zimanên fermî hene, û ew hemû zimanên fermî bi tu awayî ne tenê nebûne sedema dabeşkirina xaka wan welatan, belkû bûne sedema geşekirina zêdetir ya wan welatan di warê çandî, û hest bi berpirsayetîkirina zêdetir ya hemwelatiyan.

Herweha ew rejîma di demekê de dixwaze berdewam be li ser helandina ziman û kultura neteweyên nîşteciyê Îranê di nav yek ziman û kulturî de, ku li jêr sîbera wan hemû rojname û kovar û malperên înternêtî û radyo û TV’yan, wate li serdemê bi cîhanîbûnê de, êdî ew xeyal û dolabên wan pûç û bê bandor bûne, û nikarin bi binpêkirina benda 30’î ya biryaranameya pesendkirî ya NY, û herweha benda 15’ê ya yasaya bingehîn pêşiya lehiya zanyariyan, û wan hemû peyvên rengîn bigrin.

Lê dîsan jî hewce ye ku gelê Kurd û tewaya neteweyên bê maf ên Îranê her sal roja 21’ê Şibatê bikne roja bilindkirina dengê nerazîbûna xwe li hember siyasetên dujminkarane ên rejîmê, û ji vê ratsiyê têbigîjin ku nuqteya herî bihêz û hevpar bo yekgirtina wan li hemberî vê rejîmê de, nuqteya pirsa zimanê dayîkê ye. Heya ku kombûna li dewra vê nûqteya hevpar pirreng û bazeya vê berfirehtir be, dikare ew qas jî rejîmê bêxe tengasiyê de û ber bi lawaziyeke zêdetir ve bibe.