
Devera Mirgewer ku devereke çend hezar kesî ye, lê ji navendeke tendurstî ya teyar û îmkanatan hatiye bêparkirin û di rewşa niha ya Koronayê de ew devere dê rastî karesateke mirovî bê.
Devera Mirgewer ya ser bi bajarê Urmiyê ku devereke 50 hezar kesî ye, hêj navendeke tendurstiya teyar û îmkanatên baş li wê deverê nînin.
Di rewşa xirab a Koronayê de ku rojane sedan kes bi wê nesaxiyê dikevin û dimirin, û li devera Mirgewer jî rewş nebaş e û rojane bi dehan kes di wê deverê de tûşî Koronayê dibin.
Di 24 demjimêran de li wê deverê zêdetir ji 5 kesan bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dan.
Lê ti navendek tendurstî ya teyar di wê deverê de nîne û heta “ambûlans”ek jî nîne bo veguhastina nexweşan bo navendên dermanî li bajarê Urmiyê.
Her di vê derheqê de xelkê wê deverê çendîn caran nerizayetiyên xwe nîşan dane, lê berpirsên pêwendîdar bi wê pirsgirêkê heta niha ne bersiva wan dane ne jî karîne îmkanatên wan yên hewce dabîn bikin.