Kurdistanmedia: “Behmen Qubadî”, hûnermend û derhênerê naskirî yê Kurd, di peyameke kurt a vîdiyoyî de, daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike ku, heya sernixûniya rejîma Îslamî, xwenîşandanên xwe bidomîn in.
Roja Duşemî 27`ê Xezelwerê, “Behmen Qubadî”, hûnermend û derhênerê naskirî yê Kurd, peyameke kurt a vîdiyoyî belavkiriye, û di wê peyamê de, daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike ku, heya sernixûniya rejîma Îslamî, xwenîşandanên xwe bidomîn in.
“Behmen Qubadî” bo gelê Rojhilatê Kurdistanê dibêje: “Em wekî Kurd dibe mafê xwe werbirgirin”.
Herwisa navbirî li ser wê mijarê tekezê dike ku, rejîma Îranê, mezintirîn dujminê gelê Kurd e, û netewa kurd teke hiviya netewên din di çarçoveya Îranê de ye.
Behmen Qubadî, di dawiya peyama xwe de, daxwazê ji Partiyên Kurdan û pênûsbidestan dike ku, bi her awayekî ku bikarin, di wê serhildana xelkê de, rolekî bi bandor bilîz in.