Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Behrênê banka Navendiya Îranê û çend bankên din bi sedema sipîkirina pere mehkûm kirin

18:41 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2021

Dadstanê Behrênê “Elî Bin Fezil Ebû El-Eyneyn” ragihand: “Dadgeha Bilind a Cinayî ya wî welatî, banka Navendiya Îranê digel çend bankên din ku banka Behrênê a bi navê “El-Musteqbel” yek ji wan e û 6 berpirsên wê bankê bi sedema hebûna rolê wan di sipîkîrina pere de bo Îranê, mehkûm kiriye”.

Dadstanê Behrênê “Elî Bin Fezil Ebû El-Eyneyn” di roja Pêncşemiyê 29ê Temûzê de tekezî kiribû ku 5 kes ji berpirsên banka “El-Musteqbel” her yek ji wan bi 10 sal girtîgeh û tawanbarê 6ê bi 5 sal girtîgehê ceza dane û herwisa her yek ji wan tawanbaran bi dana milyonek Dînarê Behrênê hatine cezadan.

Rojnameya Behrênê a bi navê “El-Weten” ji zarê Dadstanê Behrênê ve gotiye: “Banka Navendî ya Îranê û bankên din hemû veguhastinên wan ên malî wekî “148 milyon Dolar, 967 Milyon EURO, 53 milyon Dirhemên Îmaratê ‘ 235 Milyard Riyalê Îranê”, hatine zewtkirin.

Pêka lêkolînên Dadstanê Behrênê, banka Navendiya Îranê daxwaz ji banka “El-Musteqbel” a Behrênê kiriye ku rêkarekê bikar bîne ku veguhastina malî ku bi armanca dorlêdana malî ya terorîzmê tê kirin bi veşartî bimîne.

Herwisa di rapora Dadstanê Behrênê de hatiye ku berpirsên banka “El-Musteqbel” digel berpirsên banka Navendî ya rejîma Îranê bi mifahvergirtin ji wê rêkara nenaskirî, zêdetir ji 1.3 milyard Dolar pere veguhanstine ku yek ji mezintirîn operasiyonên sipîkirina pere ye.