Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Belûç” çavkanî ji dîrok û çanda Belûçiyan werdigre

16:09 - 1 Nîsan 2013

Şehab Xalidî
Di wan çend rojên borî de ku pirsa parvekirina parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi ser çend beşên cuda de, û herweha guherîna navê vê parêzgehê ketiye rojevê, alîgir û dijberên vê yekê bi awayên curbicur bîrûraya xwe anîne ber bas. Her di vê derheqê de dijkiryara herî tund, dijkiryara Mewlewî Ebdulhemîd Zêhî, pêşnimêjê Suniyên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li roja Înê 3’ê meha Adarê de bû ku got: “ Belûçistan di dirêjahiya dîrokê de beşek ji nasnameya me Belûçan bûye, lewra jî hinek alî hene ku dixwazi pirsa neteweyan li Îranê de kêmreng û piştre jî ji tune bikin.

Lewra em wan kesan wek dujminê xwe dihesibînin û divêt nûnerên parlementoyê jî li hemberî pirsek weha de bêdeng nemînin, hekî ne, xelkê me tu car wan nûneran efû nakin”.
Herçend ku li gorî îdiaya deshilatdarên rejîma Komara Îslamiya Îranê, parvekirina parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dibe sedema vê ku deshilata îdareyan û rêkxirawên ser bi wan îdareyan berfirehtir bin û berpirs bikarin bi awayê rasterast li gel paytext û wezaretxaneyan û rêkxirawên ser bi wezaretxaneyan û rêkxirawên ser bi wan wezaretxaneyan pêwendiyê bigrin û bikarin budceyek zêdetir wergirin, û îmkanatên warê perwerdehiyê zûtir bi dest bixin, lê di rastî de dema ku em dibînin ew herêm di 33 salên borî de kêmtirîn giringî ji hêla deshilatdarên Îranê ve, pê nehatiye dan û ew herêm di warê çandî û aborî de paşve maye, û dema ku ji dîtingeha berpirsyarên hikumetî ve xelkê Belûç wek hemwelatiyê pile du têne dîtin û tawan û sûçê wan jî Sunî û Belûç bûne, û xelkê vê herêmê neçar in ku weha bifikirin ku rejîma deshilatdar bi terh û projeyek weha dixwaze neteweya Belûç ku bi ser Îran û Efxanistan û Pakistanê de hatiye parve kirin, di navxwe de jî bi ser çend beşên cuda de parve bike, û bi vî awayî pirsa neteweyî kêmreng, îmkana binçavkirina çalakvanên Belûç zêdetir û li dema her meşeke nerazîbûnê de bi hêsanî wan tepeser bike.
Lewra heke navê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, bihê guherîn, bi vê yekê ne tenê kêşe nahêne çareserkirin, belkû berevajî veha dixuye ku nerizayetiyên di vê herêmê de bigîje astek herî bilind û neteweya Belûç pêdagirtir ji caran li hemberî wan hemû ferq û cudahiya deshilatdarên rejîmê de, xebata xwe ya rewa di çarçoveya xebateke medenî de bidomînin.
Guhragirtin û hewildan û tekoşneke rastîn û micid û bi kiryar bo çareserkirina kêşeyên mesebî û neteweyî di vê herêma bêpar ji îmkanatên çandî, aborî û ...hwd, tenê riya vegerandina tenahî û aramiyê bo vê herêmê û pêşgirtina ji serhildana girûpên tundrew ên netewexwaz e, ku ew jî pirr zehmet e ku heya rejîma Komara Îslamiya Îranê ـ ku bixwe afirînerê vê rewşa pirr karesat eـ li ser kar be, bihê cîbicî kirin.