“Naftali Bennett” serokwezîrê Îsraîlê gotiye divê bi awayekî zelal ji rejîma Îranê re bidin fêmkirin di egera hevkarînekirin digel Ajansa Navneteweyî ya wizeya navkî, ew dê tawanên giran bidin.
Roja Duşemî 6`ê Hezêranê hevdem digel birêveçûna civîna Şêwra Ajansa Navneteweyî ya wizeya navkî ku heta roja Înê 10`ê Hezêranê dê berdewam be, “Bennett” serokwezîrê Îsraîlê di parlemana Îsraîlê de got: Em ji Şêwra Ajansa Navneteweyî ya wizeya navkî re daxwaz dikin ku bi awayek lezgîn û zelal ji rejîma Îranê re hişdarî bidin ku eger di siyasetên xwe yên navkî de berdewam bin, divê çavnhêrî tawanên giran bin.
Her di vê peywendiyê de “Naftali Bennett” di hevdîtina xwe ya digel “Rafael Grossi” birêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya wizeya navkî de got: Çi lihevkirin pêk bê û çi jî lihevkirin pêk neyê, Îsraîl serxwebûna xwe ya bi kiryar li hember bernameyên navkî yên rejîma Îranê dê biparêze.
Herwisa dewleta Îsraîlê heta niha çendîn caran binkeyên Spaha Quds li bakurê Sûryê bombebaran kirine, êrîşa herî nêz şeva Duşemî 6`ê Hezîranê bû ku artêşa Îsraîlê li devera “El-Kiswe” li başurê “Demişq”ê binkeyeke Spaha Quds bombebaran kir.
Saziya Mosad a dewleta Îsraîlê jî di heyama îsal de çendîn şarezayên warê navkî û herwisa endamên payebilind ên Spaha Pasdaran li hundirê Îranê de kuştin e.