Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berbijêrên Şêwreya “Nûşîn Şehr”a Urmiyê bo kêşandian xelkê li ser sindoqên dengdanê, kelûpelên xwarên belav dikin

12:12 - 13 Hezîran 2021

Pêka çavkaniyeke agehdar li “Nûşîn Şehr”a Urmiyê, hin kesên ku xwe bo Şêwreya bajar berbijêr kirine, ji bo vê ku bala xelkê bo aliyê xwe ve rabikêşin, hin kelûpelên xwarinê ên wekî “mirîşk, kiloyek rûn û du makarûniyan” di nav xelkê de belav dikin”.

Wê çavkaniyê daye zanîn, “ev berbijêrane bi rohnî dizanin ku xekê Kurdistanê beşdariyê ji şanoya hilbijartina rejîmê nakin, û her lewma dixwazin bi hin kelûpelên xwarinê xelkê wan deran bixapînin”.

Her di vê derheqê de, çend roj berî niha li bajarê Seqizê, berbijêrên Şêwreya bajarê Seqizê daxwaz ji ajotvanên maşînan kirbûn, ku her kesek wêneyên wan li ser maşînên xwe bizeliqîne, ew dê 100 hezar Tumenî bide wan.

Bi vî awayî xelkê Kurdistanê nayê xapandin û piraniya xelkê Kurdistanê şanoya hilbijartina rejîma Îranê baykot kirine û bi awayekî gelek sivik jî mêzeyê wan berbijêrane dikin.