Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya qût bûna berqê di Îranê de roj bi rojê xisarên zêdetir li pey xwe tîne

12:31 - 31 Tebax 2021

Qutbûna berqê li taxa “Welî Esir” a Gurganê xisara malî ya ticaran li pey xwe aniye û xelkê nerizatiya xwe li hember wê pirsgirêkê dane xûya.

Roja Sêşemî 9`ê Xermananê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, qût bûna berqê berdewam e û roj bi roj jiyana xelkê dijwartir dike, di piraniya bajaran de rojane çendîn demjimêran berq qût dibe û qutkirina berqê pêka bernameya qutkirina berqê nîne, lewma ew jî bûye sedem ku xelk ji çendîn aliyan ve rastî xisaran bibe.  

Qutkirina bê bernameya berqa xelkê di halekê de ye ku rejîma Îranê bi bê berçavgirtina hewcehiya xelkê, berqê difroşe welatên derdora xwe.  

Rejîma Îranê di halekê de Berqê difiroşe welatên dinê ku li Îranê li beşên werzigarî û çandiniyê, berhemanîna xwarinan, pîşeya goşt û kargehên cuda û çendîn navendên berhemanînê û herwisa bazar di Îranê de bi sedema qutbûna berqê rastî xisarên giran û pirsgirêkên micid hatine û heta di wê rewşa dijwar a Koronayê de berqa nexweşxaneyan jî gelek caran qut kirine.