Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya rewşa ewlehî li ser bajarê Sinê

16:14 - 9 Adar 2013

Kurdistanmedia: Çend heftiyeke hêzên rejîmê bi awayeke çir, rewşa ewlehiya bajarê Sinê têk dane.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmeida, roja înê 8’ê Adar a 2013’an, li dirêjahiya ewlehîkirina hêzên Întizamiyê rejîma komara Îslamî a îranê li ser bajarê Sinê, serbarê kolan, şeqam û meydanên vî bajarê, hat û çuna xelkê xistine jêr çavedêriya xwe.
Hevwelatiyeke bajarê Sinê bi malpera “Kurdistanmedia” ragehand: Mîlîtarîzekirina bajarê sinê û seyrangahên Sinê weke Emîrî û parka zarokan girtine û çekdarên hêzên rejîmê li wan cihane de digerin.
Ev hevwelatiye ku nexwast navê vî eşkere bibe got: Hêzên rejîmê bi awayeke kom û şevane li naw kolan û şeqaman digerin û pitir ji caran rewşa ewlehiya vî bajarê aloztir kirine.
Ev weletiye di nav axaftina xwe de got: Paş kuştina endamê Sipaha Pasdaran, bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê bi tondî hatiye ewlehî kirin, û bi armanca tirsandina xelkê û li jêr navê dabînkirina asayişê, pengavên todutêjiya ewlehî li vê bajarê de girtine pêş.
Şepola mlîtarîzekirin ji aliyê hêzên rejîma komara Îslamî a Îranê, bajarên “Merîwan û Qurwe”yê li parêzgeha Kurdistanê girtiye.