
Kurdistanmedia: Berdewkê Dezgeha dadwerî Xilamhisên Îsma`îlî daye xûyakirin ku, di girtîgehên Îranê de girtiyên siyasî tinîn in.
Li gorî nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, roja Yekşemî 9`ê Cozerdana 1398`an, Berdevkê dezgeha dadwerî daye zanîn ku, di girtîgehên Îranê de girtiyên siyasî tinin in, kesên ku di girtîgehan de hene, ew kesanene ku çalakî lidijî ewlehiya neteweyî encam dane, û ksên dijî şoreş in.
Ew berpirsê rejîmê di halekê de wan çewtekariyan dike ku, di sala 2018`an aliyê kêm 10 hezar kes hevwelatiyên bê soc yên wekî, çalakvanên jîngehparêzî, çalakvanên medenî, rojnamenivîs, xwendekar û çalakvanên kedkarî û hwd… desteserkirine û di girtîgehên Îranê de ne.
Li gorî rapora Wezaretxaneya Amerîkayê, hejmara girtiyên siyasî di Îranê de nêzî 8 hezar kesin.
Herwisa li gorî rapora Saziya lêborîna navneteweyî ku derheq zêdebûna girtiyên siyasî di Îranê de daye zanîn, hejmara girtiyên siyasî di sala 2018`an de zêdeyî 7 hezar kesin.
Ew girtiyên siyasî piraniya wan bi sedema berevanîkirin ji mafê bajarvanî, dijberîkirin bi bicîanîna hikmên dijî mirovî û bîr û raman û beşdarîkirin di xwenîşandanan de, hatine desteserkirin û bi hepsa heya heyayî yan jî bi îdamkirinê hatine cezadan.
Rejîma Îranê hezaran kesên bê soc bi awayên veşartî û dirindane îdamkirine û di cihên çol veşartine û bi bê wê ku malbatên wan agehdar bin, herwisa rojane bi tohmetên cuda hevwelatiyan desteser dikin.