Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bereya Nosre dest bi ser malên Kurdan de girtin

20:36 - 20 Tebax 2013

Kurdistanmedia: 200 avahiyên Kurdan ji aliyê Bereya Nosre dest bi ser de hat girtin.


Bereya Nosre di kiryarek dujminkarane de dest bi ser 200 avahiyên Kurdan li Kobanî û Qamîşlo û Hesekê de girt ku di encama şer û pevçûnan de hatibûn çolkirin û piştre ew 200 avahî bi ser Ereban de dabeş kirin.
Zara Misto rojnamevana xelkê Sûriyê derheq bajarê Kobaniyê ragehand ku, bi sedema rêkevtinekê ku çend roj berî niha di navbera kurd û bereya Nosre de çê bû, niha Kobanî di rewşek aram de ye, lê xelkê wî bajarî hêj bona dabînkirina av û kalayên sereke ên jiyanê weke elektirîkê, di gel astengan berbirû ne.
Zara Misto herweha eşkere kir ku piraniya wan xortên Kurd ku li bajarên Heleb û Dîmeşqê kar dikirin, niha bêkar in û di herêm û bajarên Kurd akincî de, bêkarî astenga herî sereke a jiyana xelkê ye.