Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêrêziya pêşnivêjê bajarê Pawe bi helbestvan Şêrko Bêkes

15:40 - 8 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Piştî ewê ku nûça canê ji dest dana mamosta “Şêrko Bêkes” helbestvanê Kurd hat bilav kirin, hemû dilsoz û ferheng dostên Kurd û ji bilî Kurd xem û pejariya xwe ragihandin, lê divê navberê de hejmarek kes ketine dijayetiyê.
Yek ji wan kesane ku bi berdewamî dijî pirsa neteweyî bûye Mela Qadir Qadirî pêşnivêjê bajarê Pawe ye û ew kese heya niha çendîn caran bêhurmetî bi sembula netewa Kurd kiriye.
Piştî bêrêziyên Mela Qadir, bi helbestvanê netewa Kurd “Şêrko Bêkes, ajansa nûçegihaniya “Kurdpa” bilav kir ku çend kes li çalakiyên kulturî ên bajarê Pawe li mizgevta “Quba”a vî bajarî ku xwastine besek li ser kesayetiya mamosta Şêrko Bêkes bikin, lê Mela Qadir pîşî lêgirtiye û gotiye: Mizgevt cihê bas kirina kesên bê olî (Dîn) nine.
Pêşnivêjê han yê bajarê Pawe pêştir jî di Roja 15’ê Çileya Paşîn a 2013’an, li merasima serxweşiya Mam Elî Rehmanî de bêrêzî bi peyama çalakvanên kulturiyên wî bajarî kiribû.
Divê pêywendiyê de mela Qadir Qadirî li dema çuna rê û resma serxweşiya kesayetiyê navbirî, peyama wan çalakvanan bi dijî ol û qeşmerî hesibandibû.
Pêşnivêjê Pawê serbarî bêhurmetî kirin bi peyamê, gotiye: Hevceye zext û givaş bêxine ser çalakvanên kulturî û ev kesên ku ev peyame nivîsandine û bi tundî lêpirsînê ji wan bihê kirin.
Paşî vê êrişê Pêşnivêjê bajarê Pawê, li berwar 4’ê Adar a 2013’an heya niha 20 kes li çalakvanên kulturî û çandî, ji aliyê nawenda ewlehiya bajarê Pawê hatine girtin.
Ji aliyek din ve qirar bû berwara 5’ê Tebaxa 2013’an, rê û resma bîr anîn û serxweşiya mamosta Şêrko Bêkes li bajarê Merîwanê ji aliyê wêjevan û edîb dostên vî bajarî birêve biçe.
Di vê pêwendiyê de îdareya Îtilata rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Merîwanê rê neda merasim li hola Şebrengê de birêve biçe.