Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berhemanîna Oraniyoma asinî ji aliyê Îranê ve Rûsiyê û Firansê anîne cihab

12:19 - 12 Şibat 2021

Di berdewamiya bertekan li ser rapora nû ya“Ajansa Navnetewî a Vizeya Navokî” li derheq berhemanîna “Oraniyoma Filizî” anku Oraniyoma Asinî ji aliyê rejîma Îranê ve, Firansê û Rûsiyê bertek nîşan dan.

Roja Pêncşemî 11ê Şibatê, Wezareta Derve ya Firansê tevî hişdarîdan bi rejîma Îranê li derheq egera têkçûna danûstandinên “Bercam”ê ragihand: “Bo parastina rewşa siyasî bi armanca peydakirina rêçareyekê bi rêya danûstandinan, em daxwazê ji Îranê dikin, kiryara xwe ya nû rawstîne ku, di nûtirîn rapora “Ajansa Navtewî ya Vizeya Navokî” de, binpêkirina bercamê ji aliyê Îranê ve bi rohnî daye xuya.

Herwisa Cihgirê Vezîrî Derve a Rûsiyê, “Sergei Ryabkov”, li derheq berhemanîna “Oraniyoma Asinîn” ji aliyê rejîma Îranê ve, bertek nîşan da û biryara rejîma Îranê bi “neberpirsane” binav kir.

Li wê derheqê de, Berdevkê Wezareta Derve a Amerîka, “Edward Ned Price” ragihand: “Reftarên Îranê di meh û heftiyên derbasbûyî de dide xuya ku Îran ji Bercamê dûr dikeve”.

Berî Feransê û Rûsiyê, Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa tevî rexnegirtin ji rejîma Îranê, piştevaniya xwe ji Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navokî dabûne xuya.