Piştî erdheja 5.6 rîxterî li 29ê Rêbendana sala 1399a Rojî ya Sîsext yê girêdayê parêzgeha “Kohgîlûye û Boyêr Ehmed” ku zêdetir ji hezar xaniyên xelkê hilûşiyan û piraniya xaniyên din jî metirsiya hilûşîna wan heye, heta niha navendên hawarhatinê yên rejîmê alîkariyek wisa nedane wê derê.
Rejîma Îranê bi piştguhavêtina pirsgirêkên berketiyên erdhejê, ew tûşî pirsgirêkên micid kirine, nebûna şewat, nebûna serpenah û sira jêr sifrê, ji wan pirsgirêkan in, ku ew di nav sir û sirê de rastî pirsgirêkên micid hatine.
Rejîma Îranê hêj qerebûya wan xisaran nekiriye, xelk hêj di xîvet û bin naylonan de dijîn û di nav şeqaman de mane, xelk wisa seh dikin ku qederek wekî berketiyên erdheja “Serpila Zehaw”ê dê hebin ku piştî derbasbûna çend salan hêj di kanêksan de mane.
Di dema barîna baranê de, xîvet û naylonên wan nikarin wan biparêzin û qaseke zêde ya alîkariyên xelkê ku bi hezaran pirsgirêkan ve bo wan şandine ji nav diçin.
Erdheja Sîsextê tevî ku ti xisareke canî tinebû, lê bi 10an kes birîndar bûn. Berpirsên rejîmê sozên xwe bi cih neanîn, bajarê Şîsextê û xelkê wî bajarî ji alîkariya rejîmê bêpar mane û bi tenê bi hevkariya xelkê heta niha karîne beşek ji pirsgirêkên xwe çareser bikin, û xelkê gazinde ji rejîmê hene ku ew piştguh avêtine.
Xelkê Îranê bi taybet parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê tevî hebûna pirsgirêkên micid yên aborî, xelkê Sîsextê ji bîr nekirine û alîkarî bo wan şandine.