Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berketiyên kîmiyabaranên bajarê Serdeştê bi hegera belavbûna vîrûsa Koronayê di metirsiyeke micid de ne

12:52 - 8 Adar 2020

Xelkê bajarê “Serdeşt”ê agehdarî dane ku ew bajare, bi hegera belavbûna vîrûsa Koronayê di bin gefek micid de ye.

Bi hergera belavbûna berfireh a vîrûsa Korona di Kurdistan û Îranê de, xelkê bajarê Serdeştê ku zêdetirîn qurbanî yên kîmiyabaranê hebûne û zêdetir rastî samê hatine.

Bajarê Serdeşt li parêzgeha Urmiyê, xwediyê 5 hezar qurbanîyên kîmiyabarana şerê di navbera rajîma Îran û Îraqê de ye, û niha wan kesan pirsgirêka bêhinkêşane hene û vîrûsa Koronayê jî gefek micid li ser xelkê wî bajarî heye.

Xelkê bajarê Serdeştê, daxwaz ji berpirsên rejîma Îranê kirine ku rêçareyên hewce û taybet bigirne ber xwe ku di wî bajarî de, pêşî ji belavbûna vîrûsa Koronayê bigirin.

Lê heya niha tevî guhnedan bi wê xwesta xelkê, rejîma Îranê bi şandina melayan ji bajarê “Qum”ê ve bo wî bajarî û bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê, di hewla belavkirina wê vîrûsê de ne.

Pêka zaniyariyan, xelkê ji berpirsên nexweşxaneya bajarê Serdeştê daxwaz kirine ku derheq nexwşiya Koronayê û metirsiya micid li ser berketiyên kîmiyabaranê ve wan agehdar bikin.

Karbidestên rejîma Îranê bi xelkê gotine ku em li ber Parêzgar nikarin bas ji tiştekî wiha bikin û me îzna wê yekê tinîne.