Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berketiyên lehiya sala 1398an di parêzgeha Luristanê de kombûnek nerizayetiyê lidar xistin

11:14 - 29 Çirriya paşîn 2021

Berketiyên lehiyê di bajarê “Poldoxter”ê de bi sedema guhnedana berpisên rejîmê bi daxwazkariyên wan kombûnek nerizayetiyê lidar xistin.

Roja yekşemî 7ê Sermawezê berketiyên lehiyê li bajarê “Poldoxter”ê yê ser bi parêzgeha “Luristan”ê ku 2 sal û nîv berî niha bi sedema rabûna lehiyê mal û hal û heta gundên xwe ji dest dabûn, li derheq çaresernekirina pirsgirêkên wan û guhnedana berpirsên rejîmê bi daxwazkariyên wan û dana sozên çewt li derheq avakirina mala û avahiyan bo wan li ber deriyê îdareya Parêzgariya “Luristan”ê kombûnek nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza mafên xwe kirin.

Di sala 1398an a Rojî de lehiyek bihêz û wêranker di 14 parêzgehên Rojhelatê Kurdistanê û Îranê de rabû ku yek ji wan parêzgeha Luristanê bû û zirarek zêde ber xelkê wê parêzgehê û nemaze bajarê “Poldoxter” û “Melûlan”ê ket û niha jî karlêkeriya wan lehiyan li ser jiyana xelkê xuya ye û xelkê zirardîtî piştî 2 salan her di bin xîvetan de dijîn.

Lehiya sala 1398an a zêdetir ji 1500 milyard Tumen zirar gihande parêzgeha Luristanê. Herwisa 15 kesan bi sedema lehiyê canê xwe ji dest dan û nêzî 256 kes jî hatine birîndarkirin.

Di parêzgeha Luristanê de 72000 yekeyên nîştecihbûnê rastî ziyanê hatin û 49 gund jî rastî herifînê hatin.