Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berkirina kincên Kurd/ Ragihandina dîsan a şeristan û nasnama Kurdî

21:52 - 24 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Di wan dawiyane de ciwanên Kurd li bajarê Urmiyê bi berkirina kincên Kurdî sîmaya vî bajarî razandin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, paş givaşên rejîma Îslamî ya Îranê weke nedana muhleta çêkirina avahî bi hemwelatiyên Kurd û qedexekirina nivîsînên Kurdî li ser tablo û miqaşên teblîxî û çulkirina gundên Kurdakincî yên derdora Urmiyê, carek din cahêlên Kurd di vî bajarî de bi berkirina cilên Kurdî li hember rejîma desteladarî ya pawanxwaz û yekhevî û yektebayiya xwe di hember rejîm de ragihand.

Dana mulet bi kafên nerînî li Urmiyê û mefah wergirtina kirêgirtiyên rejîm ji wan qehwexanane ji bilavkirina madên hişber, ku tirsekî micid bo ser hemwelatiyan û ciwanên bajarê Urmiyê çê kiriye, ji givaşên rejîm di vî bajarî de tê hejmar kirin.

Niha ciwanên Urmiyê û bi xasmanî xwendekarên Kurd bi berkirina kincên neteweyî li cihên giştî û zanîngehan de amede dibin û ew helmeta lwanên Kurd heta astekê birew peyda kiriye ku sîmaya bajarê Urmiyê bi tewawyî guhertiye