Pêka amarên fermî yên rejîma Îranê, parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê kêmtirîn bûdce bo sala 1401an hene lê berpirsê rejîmê di wan parêzgehan de nûçeyên çewt belav dikin.
Berpirsê Saziya Birêvebirin û Bernamerêjiya parêzgeha Kirmaşanê “Hebîbullah Wefayî” û herwisa binav nûnerê bajarên seqiz û Baneyê “Bêhzad Rehîmî” bo perdepoşkirina kêmîya bûdceya diyarîkirî bo parêzgeha Sine û Kirmaşanê ku li ragihandinên fermî yên rejîma Îslamiya Îranê belav bibûn, dest bû çewtekariyan kirine û amar û rêjeya wan bûdceya zêdetir ji rastiyan nîşan didin.
Pêka amarên fermî ku ji aliyê ragihandinên rejîmê ve hatibûne belavkirinê parêzgehên “Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam, Luristan, Xurasan, Sîstan û Belûçistan, Gulistan, Qezwîn û Erdebêlê kêmtrîn budce bo sala 1401an hene.
Wan nûnerên rejîmê bi cihê hewldan bo zêdekirina bûdceyê bo wan du Parêzgehên Rojhilata Kurdistanê, berevanî ji siyasetên çewt ên rejîmê dikin û hewl dane cudatîdanînên dabeşkirina bûdceyê ku zêdetir bi pîvera netew, anku Kurd, Tirk, Tikmen, Belûç û fars hatiye diyarîkirê perdepoş bikin ku di xerîta dabeşkirina bûdceya Îranê ya sala 1401an de bi rohnî tê dîtin.
Binav nûnerên meclîsa rejîmê û berpirsên rejîmê li bajar û parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bi şirovekirinên çewt hewla berevanî li siyasetên rejîmê didin û bi wî awayî, didin xuya ku nûnerê rejîmê ne û nûnerê xelkê nînin.