Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsê îdareya jîngeha Urmiyê: %90 beşa Başûra gola Urmiyê zûha bûye

00:31 - 19 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Di dema ku pişka herî zaf ji gola Urmiyê hişk bûye, karzanên jîngehparêziyê li ser vê bawerêne ku zûha bûna gola han ziyaneke zaf bi jîngeha herêmê digehîn e.


Hesen Ebaszade rêveberê jîngeha parêzgeha Urmiyê roja Yekşemî 17’ê Çiriya Paşîn a 2013’an bi nûçegihaniya “Îrna” ragihand: Beşa Başûra gola Urmiyê tenê %6 maye bi giştî %85 ew gole hişk bûye.
Berpirsê îdareya jîngeha parêzgeha Urmiyê her wusa ragihand: Encamên nerîniyên hişkbûna gola Urmiyê pir berîn û berbilav hetiye helsengandin û ew kirîza ku niha gola Urmiyê girtiye, komek nexweşî weke pence şîr û nexweşiya bêhnkêşan bo hemwelatiyan dûr de ye.
Piraniya karzanan, gelala werzêrên parêzgeha Urmiyê bi sedema serkiya hişkbûna wê golê zanîn û di vê pêwendiyê de jî kerta werzêrê parêzgeha han bi berçavgirtina ew xisaretane ku li jîngeha deverê dikeve, ziyan ji qazancê pir zaftir.
Piştre jî berpirsekî gelaleya parêzgeha Urmiyê li Zongawên Îranê ragihandibû: Domkirina ew tevgere ji jîngeh û gola Urmiyê zûhabûna %100 ew gole lêketiye.

Kûrahiya gola Urmiyê ku li haleta asayî de 16 mîtir bû ku niha gehiştiye kêmtî ji 1 mêtir û ewa jî bûye sedema ewê ku ew gole li nebaşiya rewşa 100 salê derbasbûyî de be.
Di gola Urmiyê de 27 cirê candar, 2012 cire balinde, 41 cire xizoke, 7 cire du jiyane û 26 cire masî dijîn û zûhabûna gola han gef ji navçûna wan candarane dike.