Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsê Stada rawestan li hember vîrûsa Koronayê îtiraf bi sextekariyên amaran kiriye

13:11 - 12 Tebax 2021

Berpirsê Stada rawestan li hember vîrûsa Koronayê li bajarê Tehranê, “Elîriza Zalî” îtiraf kiriye ku amarên mirinê sexte ne û rêgirî ji kirîna vaksenên Koronayê dikin.

“Elîriza Zalî” di wan îtirafên xwe de daye zanîn ku dema karnasên navnetewî yên Saziya Tenduristiya Cîhanî serdana Îranê kiribûn, me bi cihê şêwirkarî digel wan, tim ji wan dixwest ku di ragihandinan de bi başî bas ji sîstema tenduristiya Îranê bikin û me amarên mirinê ji wan veşartin.

Herwisa “Elîriza Zalî” daye zanîn, ku li sala 1399an balafira hilgirê pizîşkên bêsînor ku alavên hewce wekî derman, mask, kincên taybet bo kadrên dermanî li welatê Feransê bo me anîbûn, me ew zivîrandin.

Herwisa wî berpirsê tenduristiyê li derheq vaksenan de got: “Li bin navê bilindbûna nirxa vaksenan îzin nedan ku em wan bikirin, lê niha xercê dermanên Koronayê çend qatan ji kirîna vaksenan zêdetir bûye.

Navbirî daye zanîn ku di heftiyên bê de nûçeyên gelek xirab dê hebin û rewş dê gelek xirabtir bibe û me bi tenê bo 5 rojan vaksen heye.

“Elîriza Zalî” got: “Em amadene alavên pîşeya neftê bi 3 beranberî nirxên wan bikirin lê amade nînin vaksenan bikirin?”

Pêka amara Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê ku duh roja Çarşemî 20`ê Gelawêjê belav kir, 536 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dabûn û 42,541 kes jî bi Koronayê ketibûn.

Bi giştî heta nih 95,674 kes di Îranê de bi Koronayê mirine û 4 milyon û 281 hezar û 217 kes jî pêketine.