Berpirsek paye bilind yê “Lubnan”ê ji xelkê welatê xwe daxwaz kir ku bi dijî kiriyarên terorîstî yên rejîma Îranê derkevin û şorişê bikin.
Şeva derbasbûyî jênêral û Wezîrê berê yê Dadgusteriya Lubnanê “Eşref Reyfî” di gotûbêj digel televizyona erebî a bi navê “El-Hedes”de dawxa ji Şîe yên “Lunban”ê kir ku bi dijî kar û kiriyarên rejîma Îranê di “Lubnan”ê de rabin û şorişê bikin.
Navbirî di bersiva pirsa eva ku di helbijardinên “Lunban”ê de, çi aliyek zererê dike, bi rohnî bas ji rejîma Îranê kir û got: “Ez daxwzê ji xelkê Lubnanê dikim ku rêya xelkê Îraqê bigirine pêşiya xwe û piroseya me jî mîna piroseya Îraqê ye, çawa ku birayên me yên şîe û azadîxwaz bi dijî pirojeyên rejîma Îranê rabûne ser xwe û şoriş kirin, divê şîeyên me jî di Lubnanê de bi dijî pîlanên Îranê rabin û şorişê bikin, çimkî pîlanên rejîma Îranê pîlanên terorîstî, kuştar, karên xeyrî exlaqî , cinayetkarane û wêrankerine.”
Herwisa di berdewamiya gotinên xwe de bi tekezî got ku meşa rizgar bûna Lubnanê ji çengala rejîma Îranê bi hevkarî û şorişa xelkê Lubnanê dê destpêke.
Kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê bo hemû aliyekê eşkere bûye û roj bi roj destê rejîma cinayeykar di welatên deverê de tê qut kirin.