Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên Amerîkayê gelaleyek li dijî gendeliyên rayedarên rejîma Îranê pêşniyar kirin

16:33 - 13 Adar 2019

Kurdistanmedia: Du endamên Kongireya Amerîkayê, gelaleyek bi navê “ pêşîgirtin ji Oligarchie û navendên gendelî yên Îranê” berhemkirine.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, “Devid Kastov” endamê Komarîxwaz yê Herêma “Tennessee”, û “Jash Gathaymez” endamê Demokrat li “New Jersey” gelaleyek bi navê “ pêşîgirtin ji Oligarchie û navendên gendeliyên Îranê” bo Kongireya Amerîkayî pêşniyar kirin.

Ew du endamên Kongireyî, di komîteya Xizmetkirina Malî ya Kongireyê de ne, û bi alîkariya hevdû, ew reşnivîsa amadekirine, û “Devid Kastov” Roja Duşemî 20`ê Reşemehê, ev reşnivîsa li ser web saît a xwe belavkiriye.

  “Devid Kastov” gotibû: Di heyama 40 temenê şoreşa Îslamî a Îranê heya niha, em şahîdê vê yekê bûne ku, rejîma Îranê mezintirîn hikûmete ku alîgêriya terorîzmê dike, û herwisa şiyana Îranê derheq bihêztirkirina çeka navikî, metirsiyeke mezine li dijî dewletên RojhilataNavîn û Îsra`îlê.

Herwisa got ku, hewceye em lihemberî rejîma Îran û rayedarên weê rejîmê bisekinin, yan jî aliyê kêm givaşan bixînin li ser wan, da ku  bi wî awayî bikarin pêşî ji bingehên gendeliyên wê rejîma metirsîdar bigirin.

Ev reşnivîsa, ji aliyê komîteya Kongireyê wê nîqaş li ser bê kirin, û piştre li Meclisa Senayê de bê erêkirin, û piştî vajokirina serkomar, wê bo pesendkirinê bê şandin.