
Di heyama rojên derbazbûyî de, berpirsên parastinê yên parêzigeha Sine, di dema serdana bajarên vê parêzgehê de, hin civîn bo mamosteyan lidar xisitine û ji wan re ragihandine ku eger ev di kombûnên nerazîbûnan de beşdariyê bikin, girêbestên wan demdirêj nakin û heta ji wezareta Perwerde û Hînkariyê de jî, dê bên der xistin.
Herwisa wan wezîfedarên ewlehiyê ên rejîmê mamosteyan re gotine ku ev hemî kar û çalakiyên mamosteyan dixin bi çavdêriyê û rê nadin ti mamostayek dijayetiya desthilat û siyasetên rejîma Îslamî ya Îranê bike .
Ev civînên han di demekê de bo mamosteyan tên lidarxistin, ku rejîma Îslamiya Îranê di heyama salên derbazbûyî de, hemî hewla xwe daye ku di hemû organên rejîmê de, bi taybet li Wezareta Perwerde û Hînkariyê de, bi tenê kesên girêdayê rejîmê verbigire ku, ev jî dijayetiya rejîmê nakin.
Di heyamên derbazbûyî de, xwenîşandanên nerizayetiyê ên mamostayan,di piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, ji ber rewşa xerab a xwendin û binçavkirina mamosteyan dest pê kir û tevî gefxwarinên karbidestên rejîmê û pîlanên wan, nerizayetî û xwesta şoreşê û guherînkariyên bingehîn di asteke herî bilind de ber bi zêde bûnê ve diçin.