Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê gefa jinavbirina welatên deverê li Amerîkayê dixwin

12:42 - 20 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Şirovekarekî payebilind yê Navenda Pêdaçûnên stratîjiya serkomarê rejîma Îslamî a Îranê di gotûbêjekê de gefa jinavbirina welatên deverê li Amerîkayê xwar.

Endamekî payebilind yê navenda stratîjiya serkomarê rejîma Îranê, Diyako Husêynî derheq aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de got: Hin kes li Amarîkayê wisa hesab dikin ku, Îran li hemberî Amerîkayê, wê xwe biçemîne, lê, wisa nabe, hekî şer destpê bike, Îran wê derbeyên giran û lipey hev li Amerîkayê bixîne.

 Herwisa wî lêkolerê Ofîsa serkomarê rejîma Îranê gefa jinavbirina welatên deverê xwar û got em di deverê de ne, û dever bi awayekî ye ku embara barûtê ye, hekî şer destpê bike emê tevahiya welatên deverê tevlîhev bikin, niha Amerîka dibe hem xwe kontrol bike û hem jî hevalbendên xwe û em nakevne bi bandora tu aliyekî.

Piştî êrîşa bo ser gemiyên neftê li nav ava Uman û Peravên El- Fecîre ya Îmaratê, û avêtina hind gulleyên Katûşayê bo ser binkeya leşkerî ya Amerîkayê ya li devera Kesk a Bexdayê,  şik û gumanên ku rejîma Îranê di dest hebûn di van kiryarên terorîsît de zêde bûye, û herwisa hevalbendên Amerîkayê yên wekî Almaniya û Birîtaniyayê jî, li hemberî kiryarên han yên girûpên terorîsît yên girêdayî rejîma Îranê, piştevaniya xwe li Amerîkayê ragihandine.

Her di vê derheqê de jî, rayedarên Amerîkayê yên wekî, Wezîrê Karê Derve “Mikk Pompeo” rejîma Îranê tawanbarê serekî yê êrîşa li ser gemiyên neftê yên li nav ava Umanê daye zanîn