Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê bi hinceta Dehka Fecir bûne serêş bo xelkê

18:55 - 2 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Mohreyên rejîma Îranê her sal bi birêvebirina komek ji manhorên taybet di heyama (Dehka Fecir) de, wate di navbera 12 heya 22`ê Rêbendanê mozahimê xelkê dibin, û pirsgirêk û arîşeyan bo xelkê di afirînin.

Îsal jî her wekî salên derbazbûy, berpirsên rejîma Îranê dest kirine bi rêkixistina hinek ji manhorên taybet bi (Dehka Fecir), û bi wî awayî xelkê tûşî pirsgirêk û serêşiyî kirine.

“Mes`ûdî” Cêhgirê Fermandariya Întizamî a bajarê Sine, bas ji rêjeya 57 matorswaran kiribû, ku li rêya di navbera balafirxaneya  bajarê Sine heya “Meydana Azadiyî” ya wî bajarî birêve çûye.

Di vê rêjeyê de, matorswarên leşkerî ji balafirxanê ve ber bi “Meydana Azadiyî” meşiyan e, û piştî sê car dewr lêdan, li dewra “Meydana Azadiyî”, manhora xwe dawyî pê anîn e.

Hêjayî basyê ye ku bi encamdana wê manhorê, “Meydana Azadiyî” ya bajarê Sine ku, sereketirîn rêye, û herwisa hatinûçûn herî zêde a hevwelatiyên xwedî tiromibîl  wire, îzina çûnhatinê ji wan re nahatiye dan.

 Berpirsê rejîma Îranê her sal bi boneya (Dehka Fecir) û herwisa bi boneyên wekî; “Aşûra û tasû`a, wê rêyî bo xwe qorix dikin, û îzna hatin û çûnê, ji tu  hevwelatiyekî xwedî tirombîl nadin da ku derbaz bin, û heya ew manhora bidawyî dibe wê rêyî qut dikin.

Berpirsên rejîmê her sal, bi wî awayî xelkê azar didin, û dixwazin bi wî rengî 40 sal desthilata xwe ya tejî ji şerm û û hovtiyî ku bê encam bûye, veşêrin.

 Herwisa azar û ezyetkirinên rejîmê yên bi wî rengî di bajarên din de jî berewame, û rejîm bi wî rengî kiryarên rast yên xwe nîşan dide.