Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê gef xwarine ku dê gaza parêzgeha Urmiyê qut bikin

10:40 - 29 Kanûna Paşîn 2020

Rejîma Îranê tevê vê ku, heya niha perê gazê li welatê Îraqê nestandiye, gef ji hin bajarên parêzgeha Urmiyê xwariye ku, bi hegera bikaranîna zêde a gazê, dê gaza wan bajaran qut bike.

Serokê Pêwendiyên Giştî ê Şîrketa Gaza parêzgeha Urmiyê Mihemed Sebûrî, gotiye, bi sedema hatina xwarê a pileya heva û bikaranîna zêde a gazê, wisa kiriye ku gaza surûştî a bajarê Xoyê, Selmas û Pîranşar bê xwarê û bi wê sedmê gefa qutkirinê li ser wan bajarane ye.

Eve jî di halekê de ye ku, li heyama çend roj beriya niha, Wezîrê Neftê yê rejîmê, Bîjen Zengenê, di civîneke rojnamevanî de gotibû: “Me ew boriyên gaza ku daye Îraqê, di derheq wê de me heya niha ti pareyek li welatê Îraqê vernegirtiye.

Rejîma Îranê bo dijî xelkê xwe çeleng e, û her biryarek hebe li dijî berjiwendiyên xelkê xwe dike û dipejirîn e.

Rejîm bi wî awayî perê xelkê Îranê, hemûyê terxanê kiryarên terorîstî di derveyê welat de dike.