Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê mafê kedkaran nadin û daxwazkirina wan mafan jî bi sûç dihesbînin

18:36 - 6 Tebax 2020

Roja Pêncşemî 6ê Tebaxê, Berpirsê Giştî yê “Mala Pîşe, Kangeh û Ticaret” a rejîma Îran ê, “Mihemedrîza Murtezewî” di hevpeyvineke televîzyonî digel kanalekî rejîma Îran ê de ragihandiye ku perê xerckirî bo asansor a mala hindek berpiran bi qasî darayiya 30 kedkarane û ew kar diziye û dê bibe sedema nerizayetî û serhildanê.

Herwisa wî berpirsê rejîmê got: “Kedkar ku dibêjin heqdesta min bidin, wan binçavdikin û didine ber qamçiyan, ew jî di demekê de ye ku yê heqdestê kedkaran nadin, hebxwe di koşkan de dijîn”.

Xwenîşandan û mangirtinên kedkaran di Îran ê de rojbiroj zêdetir û berfirehtir dibin, hin kedkar bi mehane ku dest bi wan mangirtinan kirine, lê heya niha rejîma Îran ê ti pêngavek bona çareserkirina wan pirsgirêkan hilnadaye û ya xuya ewe ku, jiyana dijwar a xelkê Îran ê û dengê mafxwaziya wî xelkî bi taybet qata kedkar û berhemhêner, ti girîngiyek bo berpirsên rejîma Îran ê tinînin.

Berpirsên rejîmê bi eşkere, bi salane hemî serwet û heyî ya wî xelkî bi diziyên milyard dolarî, talan dikin û her dengekî nerizayetiyê jî ku bilind bibe, difetisînin.