Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîmê serhildana xwenîşandanên Îranê dixine stuyê welatên bîhanî

17:14 - 20 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Nûnerê Xamineyî, Husên Şerî`etmedarî di rojnama Kêyhan de nivîsiye ku, rêxistinên ewlehî yên hinek ji welatan di wan xwenîşandanên Îranê de mudaxile dikin.

Nûnerê Xamineyî, Husên Şerî`etmedarî, di Rojnameya Keyhan a ziman hale fermî a rêberê rejîmê de, welatên Amerîka, Îsraîl û Firansayê tometbar dike ku, û dibêje ew welatane xwenîşandran hînê, “operasiyonên terorîstî” dikin.

Şerî`tmedarî nivîsiye, “dujmin di koşkên şûşeyî de rûniştine û navendên hestiyar û îstratîjîk yên leşkerî û aborî û… hwd, yên wan bi hêsanî berdestên me ne, û em dikarin bi hêsanî xisaretên giran yên aborî û leşkerî, ji wan bixin û wan bêxînin qedeman”.

Axavtinê wî karbidestê rejîmê di demekê de ye ku, xelkê nerazî bi bê hebûna înternetê serhildanên xwe dimeşîn in, êdî xelkê bêzar ên Îranê pê hesiyane ku, ew rejîme tenê di fikra berjwendiyên xwe de ye, ji bo berjwendioyên xwe her tiştek hewcebe dê li dijî xelkê xwe bikar bîne.

Her ji bo vê jî, xelkê nerazî hatine ser şeqaman û li dijî sernixûniya rejîmê xwenîşandanên xwe didomî in.