Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên xala sînoriya Başmaxê li Merîwanê kêşe bo kedkar û kasibkarên Kurd çêkiriye

16:55 - 26 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Li xala sînoriya Başmaxê berpirsên parkînga wî cihî kêşa bo kedkar û kasibkaran çêkiriye û nahêlin kedkar û kasibkar kasbiya xwe bikin.

Li bor nûçeya gehçtiya malpera Kurdistanmedia, berpirsên kirêgirtiyê rejîma Îranê Li xala sînoriya Başmaxê, parkînga wî cihî ku bikar anîne bo barkirina bar bo Îranê û Herêma Kurdistanê, qorix kirine.

Bi gotina kedkarekê, kesekî ser bi rejîma Îranê bi navê “K” berpirsê parkîngê ye îzin nedawê ku kadkar barê xwe bo tirombêlekî din bibin.

Hevwelatiyê han got: Berpisê wî cihî bi kêfa dilê xwe hinek baran dirêke Herêma Kurdistanê û gelek caran barê hindek kesan ku piraniya wan mêwecate bo heyamê du heya sê rojan di vê parkîngê de radigire û li encam de ew mêwene xirab dibin û xwediyê wê tûşî zerer û ziyaneke mezin dibe.