Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsyarê ajansa nûçegehaniya Mukriyan news hate girtinê

21:04 - 7 Adar 2013

Kurdistanmedia: Xusru Kurdpûr berpirsyarê “ajansa nûçegehaniya Mukriyan news” ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîmê hat girtin.

Heya bilavbûna vê nûçê armanca girtina “Xusru Kurdpûr” nahê zanîn û li gor zaniyariyan li bajarê Mihabadê li nav mala xwe de hetiye girtin.

Her di vê pêywendiyê de ajansa nûçgehaniya “Kurdpa” ev nûçeye li yek ji xizmên Xusru Kurdpûr piştrast kiriye.

Xusru Kurdpûr rojnamevan û çalakvanê mafê mirov li sala 2001’an de ji aliyê hêzên ewlehiyên rêjîma komara Îslamîa Îranê hatibû girtin.