
Kurdistanmedia: Tevî bertekên tund yên Amerîkayê û gefên berdewam yên li dijî Îranê, hin welatan balyozên xwe yên li Îranê gazî kirin.
Roja Înê rêkefta 30`ê Xermananê (21`ê Îlonê) “Mik Pompeo” Wezîrê Derve yê Amerîkayê, di nûtirîn axavtinên xwe de, derheq Îranê, bi awayekî tund û gefxwarinê rûl li rejîma Îranê ragehand ku: “Egera her êrîşeke rejîma Îranê yan jî girûpên çekdar yên girêdayî rejîma Îranê li dijî Amerîakyê bê encamdan, “Washington” rasterast wê li djî vê rejîmê bertek hebe”.
Herwisa di berdewamiya axavtinên xwe de gotiye ku: “Me ji komara Îslamî re radigehandiye ku, êrîşkirina girûp û milîşên girêdayî vê rejîmê yên bo ser berjewendiyên Amerîka, nabe rêgir be li pêşiya me bo bersivdana li hemerî van kiryaran û heriwsa bersivdana li hemberî çavkaniyên van gefan”.
Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, derheq bikaranîna hêza leşkerî li dijî rejîma Îranê daye xuyakirin ku, her kiryareke rejîma Îslamî ya Îranê li dijî welatê Amerîkayê bi bê berisv namîne”.
Ev axavitênên “Mik Pompeo” di demekê de ne ku Amerîkayê, rejîma Îranê bi berpirsyarê êrîşa vê dawiyê ya bo ser navendên xwe yên li Îraqê daye zanîn.
Her di vê pêwendiyê de jî, piştî çêbûna êrîşa terorîstî ya li bajarê Parîsê, ku zelal bû encamderên vê kiryarê girêdayî rejîma Îranê ne, dewleta Firansayê jî balyozê xwe yê li welatê Îranê gazî kir û ragehandiye ku heya radestnekirina encamderên vê kiriyara terorîstî ya derheqê hikûmeta Firansayê de, ev balyozê nû bo Îranê naşîne.
Wezîrê Derve yê Merakêş jî her di vê pêwendiyê de, welatê Îranê bi vê yekê tawanbar kiriye ku, piştevaniya çekdarî li milîşên Polîsaryo dike û pêwendiyên dîplomatîk yên xwe yên digel Îranê qut kirin û daxwaz ji balyozê Îranê jî kir da ku welatê Merakêşê bi cih bihêle.
Her di vê derheqê de, pêwendiyên dîplomasî yên rejîma Îranê, yên digel welatên Rojhilata Navîn de rastî şikestê hatine û di vê dawiyê de jî serdana Zerîf bo welatê Hindostan û Japonê jî derheq berdewamkirina pêwendiyên bazirganî digel van welatan piştî dorpêçên aborî yên Amerîkayê rastî kêşeyan hatiye.
Hevdem digel givaşên Derve yê bo ser rejîma Îranê, li navxweyî welat de jî, rejîm digel nerazîbûnên berfireh yên xelkê rûbirû bûye.