Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdarîkirina heyetekî payebilind a PDK Îranê li rê û resma salroja Yeketiya Nîtemanî a Kurdistanê li Hewlêrê

16:41 - 4 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Şandekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî Sekreterê giştî yê PDK Îranê beşdariya 38\'emîn salroja damezrandina Yeketiya Nîştemanî a Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kir.



Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja duşemî 3\'ê Hezîran a 2013\'an, rê û resma salroja damezrandina Yeketî a Nîştemanî a Kurdistanê bi beşdariya serokê Herêma Kurdistanê, heyetekî PDKÎ, çendîn aliyên siyasî û hikûmetî , şandên biyanî li hotêla Tarîn li bajarê Hewlêrê berêve çû.

Destpêka rê û resmê xulekek bêdengî bo rêzgirtina canê paqij yên şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir. Piştre berêz Dr. Berhem Ehmad Salih cêgirê Sekreterê giştî yê Yeketiya Nîştemanî a Kurdistanê peyamek bi zimanê Kurdî û Îngêlêzî pêşkeşî amadebûyan kir.

Berhem Salih li peyama xwe de bixêrhatina mêvanan pêzanîna Yeketî bo beşdarîkirina wan derbirî û amaje bi bizava avabûna YNK, xebata û tekuşîn û qurbanîdan ji rêya azadiya gelê Kurd û gehîştin bi armancên netewan kir û bas ji alîkarî û hevxebatî li gel hêzên siyasî yên Kurd û Îraqê, bi taybet li ser alîkarî û hevxebatiya Yeketî û Partiyê kir.

Di pişka dina a rê û resmê de çendîn stiran û guvend birêve çûn.

Di vê marasimê de rêzdar Mistafa Hicrî pîrozbahî a Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pêşkeşî hevalên Mektaba Siyasî a Yeketiya Nîştemanî a Kurdistanê kir û hêviya serkevtin li pêxema xizmet bi armancên gelê Kurd bo xwast.
Heyeta Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê di vê rê û resmê de li gel çendîn kesayetiyên siyasî û nûnerên Partî û aliyên siyasî hevdîtin kir.