Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya heyetekî PDK Îranê li serxweşiya Felekedîn Kakeyî

16:57 - 3 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Şandekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li pirs û serxweşiya nivîskar û siyasetvanê Herêma Kurdistanê “Felekedîn Kakeyî” li bajarê Hewlêrê beşdarî kirin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanemdia, roja pênçşemî berwar 1’ê Tabax a 2013’an, heyetekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya “Mihemed Nezîn Qadirî” endamê Deftera Siyasî, li serxweşiya “Felekedîn Kakeyî” siyasetvan û kesayetiyê rewşenbîrê Herêma Kurdistanê beşdarî kirin.

Rêzdar “Mihemed Nezîn Qadirî” bi nûnerayetiya birêz “Mıstefa Hicrî” sekreterê giştî yê PDK Îranê, serxweşî li rêzdar “Nêçîrvan Barzanî” cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê û malbata xwedêlêxoşbûyî kir û hivî xwast cihê wî biheşta berîn be.

Felakedîn Sabîr Kakeyî ku wek Felakedîn Kakeyî dihat naskirin, sala 1943’ê li bajarê Kerkûkê li Herêma Kurdistanê ji dayîk bûye.
Kakeyî wek yek ji serkirdeyên lihevhatî yê Partiya Demokrata Kurdistanê û aqilê kultirî yê wê partiyê dihat dîtin.
Kakeyî, berdewam piştgiriya bilavkirina babetên kulturî dikir û ji nêzîk ve wek hevkarekî berdewam agahdarê bilavkirina babetên olî yên li ser dînê Zerdeşt û Yarsan bû.

Felakedîn Kakeyî roja 30’ê Tîrmeha 2013’an li temenê 70 saliyê de li bajaroka “Pîrmam”a ser bi parêzgeha Hewlêrê çû ber dilovaniya xwedê.