![](/weney-mallperr/4601.jpg)
Kurdistanmedia: Komelaya mafê mirov a Kurdistana Îranê – Jinêv li 50’emîn xula civînên komîta mafên Abûrî, Civakî û Kulturî a bizava netewên yekbûyî, ku pêywendî bi Îranê ve hebû, beşdar bûn.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, komîta mafên Abûrî, Civakî û Çandî a bizava netewên yekbûyî bo tawtu kirina pirsa cîbicîkirina Konvuansiyona abûrî, civakî û kulturî ji aliyê Îranê ve, li Jinêvê li welatê Suyîsê kom bibûn.
Konvansiyona abûrî, civakî û kulturî, yek ji 5 Konvansiyona rêkxistina netewên yekbûya ne ye ku Îran vajo û pesen kiriye û dibe her çar sal carek rapora kariya xwe pêşkeşî bizava netewên yekbûyî bike.
Komeleya mafê mirov a Kurdistana Îranê – Jinêv bi serperestiya Têymûr Elyasî weke nûnerê Kurdistanê bi awayeke fermî bi pêşkeş kirina raoporek beşdarê civînê bû.
Têymûr Elyasî, nûnerê komeleya mafê mirov a Kurdistanê li raporta xwe de bas ji binpêkirina konvasiyona abûrî, civakî û kulturî ji aliyê Îranê ve kir û çendîn nimûnên binpêkirina dijî netewên Îranê bi taybet pêywendî li gel ew bendên xwarê yê konvasiyona abûrî, civakî û kulturî bizava netewên yekbûyî anî ber bas:
Mafê xwendin bi zimanê Dayîk (madeya 13), mafên kulturî (madeya 15), ferq û cudahî (madeya 3), mafê jiyeneke serdem (madeya 11), mafên dabînkirina civakî (madeya 9), mafê hebûna rewşa guncaw bo kar (madeya 7) û mafê kar (madeya 6).
Her di vê pêywendiyê de heyetekî rejîma Îranê jî li vê civînê de berşdar bûn û ew şande li hewla evê de bû ku civînê li rê de derxînin û xwe li bersivdana pirsiyaran diveşart û çendîn caran jî êrîş kirine ser hejmarek netewên Îranê û bi eşîret navê wan anîbûn.
Li bersiva şanda rejîma Îranê rêzdar “Zidzîslaw Kidziya” serokê komîta mafên abûrî, civakî û kulturî bizava netewên yekbûyî serbarî huşdar dan bi karbidestên rejîmê daxwz ji wan kir ku meselê bo aliyek din nebin.
Rapora dawiya civînê berwara 17’ê Gulan a 2013’an, ji aliyê komîta mafên abûrî, civakî û kulturî bizava netewên yekbûyî tê bihê bilav kirin.