Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya komeleya mafê mirov a Kurdistana Îranê û Ehmed Şehîd li kogereya dijî hukma bidarvekirinê

20:34 - 13 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: komeleya mafê mirov a Kurdistana Îranê û Jinêv bi fermî daxwaza 5’emîn kongireya navnetewî a dijî hukma bidarvekirinê kirine.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, kongireya han roja çarşemî berwar 12\'ê Hezîran a 2013\'an, dest pêkir û heyamê 3 rojan domdike.

Divê kongirê de pitir ji 1500 bizav li 90 welatên Cîhanê û pitir ji 2000 rojnamevan û nûnerên dewletan û kesayetiyên naskiriyên Cîhanê weke wezîrê dereve yê Feranse, Norvêj, Suyîs û Îspanyayê û 3 navdarên xwediyê xelata Aştî a Nobêl, rêzdar Dustumend TU TU li Efrîqaya Başûr, Jozê Ramos Hurta û xanima Şîrîn Ebadî û herwusa hêja Ehmed Şehîd nûnerê rêxistina netewên yekgirtî bo karubarê mafê mirov a Îranê pişikdar bûn.

Her divê pêwendiyê de “Teymûr Elyasî” weke nûnerê komeleya mafê mirov a Kurdistana Îranê û Jinêvê beşdarê kongirê ye û livê de peyamek li jêr navê Mifah wergirtin li hukma cezaya bidarvekirinê pêywendî li gel madeyên hişber weke emrazek bo tepesekirina neteweyên Îranê bi xasmanî Kurd pêşkeşkir.