Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya nûnerê PDKÎ li Almanê li kongireya Partiya Susyal Demokrata vî welatî

13:30 - 18 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Almanê, li ser gazîkirina Partiya Susyal Demokrata Almanê, beşdarî di rêûresma vekirina kongireya vê partê de kir.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, di vê kongirê de ku li bajarê Laypzîk a Almanê birêve çû, komek mêvanên biyanî, weke partiyên siyasî ên welatên cûr ba cûr û her wuha balvêza çendîn welat û serokwezîrê Îtalya, serokê parlemana Ewropa beşdarîkirin.
Nûnerê PDK Îranê hevdîtinek li gel çendîn endamên rêberî û endamê parlemana Partiya Susyal Demokrata Almanê, hevdîtin tevî nûnerên çendîn partiyên din ên beşdarî kongerê kir û sibaret bi tevgera Kurdistanê û Îranê guherîna ra û bûçûnan kir.