Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Betalkirina endametiya Îranê li Encûmena Cîhanî ya Mobaylê de, apratorên Îranê rastî kêşeyan kir

09:43 - 7 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia:  Li ser daxwaza Serkomarê Amerîkayê, encûmena cîhanî ya mobaylê endametiya hemû dezgehên pêwendîgiritin yên Îranê  yên di vê saziyê de hatne betal kirin.

Li gorî gotina berpirsê “Apratora mecazî” a mobaîlê, 6 mehan berî niha endametya hemû “apratorên mobaîl “ yên Îranê yên li “GSMA” de, Encûmena Cîhanî ya Mobaylê”ê, li ser daxwaza “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê, hatine betalkirin, û li wir şonda ev “apratorane” heya nîha endamê vê encûmenê nebûne û “password” ên wan di romînga navdewletî de nehatine pênasekirin û ev tûş kêşeyan kirine.

Herwisa Seyd Hoşend Mortezewî, berpirsê “apratora mecazî ya mobaylê di Îranê de, ev yeka jî daye xuyakirin ku: Di 6 mehan berî niha “Encûmena Cîhanî” ya mobaîlê li ser daxwaza dewleta “Tramp” hemû “Apratorên”telephonê yên Îranê yên wekî, Hemraha Evel, Îransêl, Raytêl, Talya û Samantêl, li rêzbenda girêbest û îzina endambûna xwe de derxitine.

Encûmena Cîhanî ya mobaîlê, pêwendiyên navdewletî yên standard yên di navbera “Apratoran” de pesend dike û “Apratorên ku heya niha bo romîngên navdewletî di vê encûmenê de nebûne endam, “password” ên wan di asta cîhanî de nehatine pênasekirin û piştî betalkirina endametiya Îranê di vê encûmenê de jî, ev Aptaroran rastî kêşeyên pêwendîgirtinê hatine.

Hêjayê basêye ku, piştî dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li djî rejîma Îranê rojane kompanî û saziyên cuda, li Îranê vedikşin û pêwendiyên xwe yên digel Îranê qut dikin.