Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bexda daxwaza biriyara Şêwreya Ewlehî bo derkirina hêzên Tirkiyê li Îraqê kir

12:54 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2022

Wezîrê Derve yê Îraqê ji Şêwreya Ewlehiya Netewên yekgirtî daxwaz kir, jibilî mehkûmkirina êrîşa Tirkiyê bo ser axa Îraq û Kurdistanê, bila biryarê bide da ku Turkiye hêzên xwe paşve wekişîne .

Roja Çarşemî 27ê Tîrmehê Wezîrê Derve yê Îraqê “Fuad Husên” di civîna Şêwreya Ewlehiya Netewên Yekgirtî ku li ser daxwaza welatê Îraqê bo lêkolîn li ser êrîşa Tirkiyê bo ser axa Îraqê hatibû kirin, lidarxistin tekez kir ku divê Şêwreya Ewlehî êrîşa Tirkiyê bo ser Îraqê mehkûm bike û hêzên Tirkiyê li Îraqê de vebikişîne û navbirî ragihand ku xelkê Îraqê li derheqê destdirêjiya Tirkiyê gelek aciz û nerehete.

Herwisa Wezîrê Derve yê Îraqê bi komkirina belgeyan ji êrîşa Tirkiyê ragihand ku eva derxerê destdirêjiya rasterast a Tirkiyê bo ser axa Îraqê ye.

“Fuad Husên” daxwaza pêkanîna tîmek navnetewî kir bo lêkolîn li ser wê kiriyara Tirkiyê û dana biryarnameyekê bo derkirina hêzên Tirkiyê û rawestan li hember bikerên wê êrîşê û standina xisaran ji wan.

Roja Çarşemî 20ê Tîrmehê arteşa Tirkiyê du caran gundê Perexê ku deverek geştiyarî ye topbaran kiri, û di encam de 9 geştiyaran canê xwe ji dest dane û 33 geştiyarên din jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê bi hêceta hebûna Gerîlayên PKK di wan deveran de êrîş dike ser axa Herêma Kurdistan û Îraqê û dixwaze bi wî awayî giwaşê bixe ser hikûmeta Herêma Kurdistan û Îraqê ku PKKê di wan deveran de derêxin.