Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi 100an kes ji Xelkê Îraqê li derwazeyê sînoriyê “Şelemçê” kombûna nerizayetiyê lidar xistin

17:36 - 10 Nîsan 2022

Şeva Şemî rêkefta 20 li ser 21ê Xakelêwe, bi 100an kes ji xelkê Îraqê li derheq dayxistina derwazeyê sînoriyê “Şelemç ê” li bajarê “Besire” û kirîna xwarin û kelûpelan ji Îranê, kombûnek nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza wekirina wî derwazey kirin.

Ev yek di halekê deye ku berê Saziya derwazeyên sînorî yên Îraqê dayxistina derwazeyê sînoriyê “Şelemç ê” red kiribû û ragihandibû ku sekinîna anîna kelûpelan ji wî derwazeyê sînorî, bi sedema nebûna derfetnameya tacirên kirîna kelûpelan e.

Çavkaniyek ewlehî di vê derheqê de gotiye ku çend demjimêr piştî kombûna nerazîtiya xelkê, kelûpek û xwarinek zêde ji wî derwazeyî re anîn.

Di vê derheqê de Perpirsê wî derwazeyî “Hebîb Kazim” gotiye: “Kesên nerazî bi bê ti zirar û xisarekê derwaze bicih hiştin.

Ew nerizayetî di demekê de çêbûye ku xwarin di bazarên Îraqê de kem bûye û nirxa kelûpel û hewcehiyan bilind bûne.