
Di çend rojên derbasbûyî de, dewleta Biljîkê reşnivîsek bo erêkirina Parlemana Federal a wî welatî şandiye û biryar e ku li roja Sêşemî 5ê Tîrmehê li parlemanê deng li ser bidin.
Pêka vê reşnivîsê, dewleta Biljîk û rejîma Îranê rêk kevtine ku welatiyên her du welatan di rengehiya rasthatin bi cezayê yasayî, bo derbaskirina heyama girtîgeha wan, bo welatên wan bên veguhastin.
Bi armanca rawestan li hember vê reşnivîsê û hilveşandina vê, beşa peywendiyên Îranê ya komîteya PDKÎ li Biljîkê bi hevkariya komîteya PDKÎ li welatê Biljîkê, nerizayetiya xwe nîşan dane.
Di vê hewlê de, beşa peywendiyên PDKÎ û komîteya PDKÎ li welatê Biljîkê bi hevkariya du hêzên seranserî yên Îranê anku Partiya Çep a Îranê “Fedaiyanê Xelq” û Komarîxwazên Skolar û Demokratên Îranê, nameyeke nerizayetiyê bo Parlemana Federal şandin.
Name bi du zimanê Feransî û Holendî hatiye nivîsandin û bo Parlemama Federal û beşek ji demûdezgehên xwedîbandor li welatê Biljîkê hatiye şandin û daxwaza vê yekê kirine ku ew reşnivîs neyê erêkirin û di demek kin de bê hilveşandin.