Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya 22`ê Pûşperê, di Kurdistanê de çalakiyên banghêjî hatine lidarxistin

17:39 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi boneya 22`ê Pûşperê, salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, çalakiyên banghêjî lidra xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rojên 16 û 17`ê Pûşperê, endamên HDKÎ, di bajar û deverên cuda ên Kurdistanê de, bi boneya salroja terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Qehrimanên çavnetirs ên Demokrat li bajarê Merîwanê, bi boneya 22`ê Pûşperê, salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, di Çarêya fermî a wî bajarê û şaredê ya “Nê” de, bi daliqandina alaya pîroz a Kurdistanê û logoya HDKÎ, çalakiyên berfireh ên banghêjî bi rê ve birin.

Herwisa tekoşerên Demokrat li gundê “Del” a girêdayî bajarê Hewramanê, bi daliqandina alaya Kurdistanê, û belavkirina wêneyên Dr. Qasimlo çalakiyên berfireh ên banghêjî lidar xistin, û di peyamekê de ragihandin: “Em heya dawiya jiyana xwe, domkiriyê rêbaza şehîdên Kurdistanê û Dr. Qasimlo ne û ji aliyê Hizba Demokrat ve, her erkek ku ji me re bê spartin, amadeyê encam danê ne.

Hevdem li bajarê Bane, endamên Hizba Demokrat, bi boneya 22`ê Pûşperê, bi nivîsîna sloganên: “Bijî HDKÎ, rêya Dr. Qasimlo rêya rizgariyê ye û bijî Rasan”, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Herwisa, qehrimanên Demokrat li bajarê Bokanê, li kolanên: “Qendîl, Agirîn û Terexe û herwisa li pira hewayî ya Mîrava”, bi nivîsîna sloganên: “Bijî Dr. Qasimlo, Qasimlo qamûsêk bo jiyan û Qasimlo rûmeta neteweyek” çalakiyên berfireh ên banghêjî lidar xistin.

Her di vê pêwendiyê de, endamên PDKÎ, bi boneya 22`ê Pûşperê, salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, li devera Şarwêran a girêdayî bajarê Mehabadê, li gundên: “Kêçaw, Gabazele û hacî Xoş”, bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê û belavkirina tirakt û posterên taybet bi wê rojê, çalakiyên berfireh ên banghêjî lidar xistin.