Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya 25\'ê Novemberê, simînarekî hevper ji aliyê 6 saziyaên jinên Kurdistana Rojhelatê ve hat lidarxistin

15:53 - 25 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Saziyên jinên Kurdistana Rojhelatê bi awayeke hevper simînarek li bajarê Silêmaniyê bi boneya roja Cîhanî ya berawanî li dijî tundatîjî dijî jinan birêve çû.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, simînara han ji aliyê saziyên Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdisdtana Îranê, Asoya Jinê Kurd, rêxistina Azadiya jinên Kurdistanê, Nîna, Komeleya Jinên Rojhelatê, Komîteya Afiretên Sazmana xebata Kurdistana Îranê û Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdisdtan, li roja Şemî Berwara 24\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an, li hola Azadî ya bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna çalakvanên siyasî û varê jinan birêve çû.
Di simînara teybet bi 25\'ê Novemberê, cirên tundatîjiyê, perwerdeya tendurustiya tak, pirsa jin, sedemên çareseriya wê pirsê di civak û takekan de ew mijarene bûn ku ji aliyê korgêrên simînarê Fatime Osmanî, Sînor Henîfîpûr, Lêyla Dîwbend, Arêzû Osmanî, Zeyneb Husênî, Riza Eskenderî û Esmat Nestanîve bi giêtî bas li ser hatiye kirin.