Kurdistanmedia: Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistana Îranê, derheq 73-emîn salvegera damezirandina Komara Kurdistanê peyamek belav kir.
Deqa peyamê bi vî awayî ye:
Em bi boneya 2`ê Rêbendanê salvegera damezirandina Komara Kurdistanê, bi dil û can pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistanê û rêvîngên komarê dikin, û em hêvîdar in di demeke zû de di bin sîbera têkoşer û xortên Kurdistanê de, li çiya û bajar, û di nav xwendingeh û zanîngehan de carek din û bo heta-heta ala Kurdistanê bilind ragirin. Di dawiyê de em silav û rêzê dişînin bo rêvîngên rast yên Komara Kurdistanê, û malbatên serbilind ên Şehîdan, û girtiyên siyasî û çalakvanên medenî, û ferhengî yên Kurdistanê.
Yekîtiya Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistan a Îranê
2`ê Rêbendana 1397