Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya nêzîkbûna bi roja “Pêşmergê Kurdistanê” çalakiyên teblîxî hatine lidarxistin

18:02 - 1 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Bi boneya nêzîkbûna roja “Pêşmergê Kurdistanê”, xelkê xebatkar di gund û bajarên cuda yên Kurdistanê de, çalakiyên teblîxî ecam didin.

 Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, bi boneya nêzîkbûn roja “Pêşmergê Kurdistanê”, tirakt û wêneyên taybet bi wê rojê belav kirin, û peymana xwe digel rêbaza şehîdan û Partiya Demokrat nû kirin.

Xebatkarên Demokrat li bajarê Pîranşarê li gundê “Kelekîn” bi lidarxistina çalakiyên teblîxî, peymana xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê û Partiya Demokrat nû kirin.

Ciwanên Demokrat li gundê “Kelekîn” bi nivîsîna diruşmên wekî “Qasimlo rêbaza te zindî ye, Pêşmerge Parêzerê Kurdistanê ye, 26 Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê pîroz be, û bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê”, peymana xwe digel Partiya Demokrat nû kirin.