Di şerê 20 sale a Efxanistaqnê de bi dehan hezar zarok hatine kuştin û kêmendam bûne.
Hevdem digel paşvekêşana hêzên Amerîkayê ji Efxanistanê û dawîanîn bi şerê 20 saleya Amerîkayê di wî welatî de, Saziya Rizgarkirina Zarokan ragihandiye ku di 20 salên derbasbûyî de nêzî 33 hezar zarok di wî welatî de bi sedema şer hatine kuştin û kêmendam bûne.
di wê daxuyaniya “Saziya Rizgariya Zarokan” de hatiye ku, di her 5 xulekan de zarokek hatiye kuştin an kêmendam bûye.
ev amara belavbûyî bi tenê yên wan zarokan e ku bi sedema şer bûne qurbanî û amara can ji dest dan ên bi sedemên hejarî û birsîtî amarên cuda ne.