
Endam û alîgirên PDKÎ bi hilketfa 22ê Pûşperê salvegera şehîdbûna rêberê gelê Kurd şehîd Dr. “Qasimlo” û hevalên wî, bi berdewamî çalakiyên banghêjî li navxweyê welat lidar xistine.
Li bajarê Urmiyê jî, rêvîngên rêbaza şehîd Dr. Qasimlo, bi boneya salvegera şehîdbûna wî rêberê Kurd çalakiyên cor bi cor ên banghêjî lidar xistin.
Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Urmiyê cihên wekî: “Parka Tuxmêmorix, Wîla Şehir û Tezêlo û çendîn cihên din” çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.
Enadmên PDKÎ li bajarê Urmiyê bi belavkirina tirakt û wêneyên şehîd Dr. Qasimlo rêberê gelê Kurd, yad û bîra wî rêberê mezin bilind nirxandin.
Wêne û poserên şehîd Dr. Qasimlo ku li ser dîvaran ji aliyên endamên PDKÎ ve hatibûne resimkirin, bo cihê kêfxweşiya xelkê wê deverê.